Muhammed (Pîrosî) Hekari

Muhammed Hakkari 1955 yılında Beytüşşebap’ın Bölücek (Pirosan) köyünde dünyaya geldi. 2007 Yılında “Ronahiya Quran’a Piroz” ismi ile Kürtçe Kuran Mealini yayınladı. Bu esri dışında, 1 İslam Dini Biad ve Hurafesiz Bir Dindir. 2 Namaz Kazasının Hükmü 3 Faizin Dünü Bu Günü isimli eserleri yayınlanmıştır.

Mela Muhammedê HEKARΠ(Akdoğan) 1955 yılında Beytüşşebap’ın Bölücek (Pîrosan) köyünde dünyaya geldi.
 
Eğitimine 1963 yılında Duhuk’ta ki medreselerinde başlayan Mela Muhammedê HEKARΠ(Akdoğan) ilk eğitiminden sonra Mehedu’l İslam, ( İmam Hatip Lisesi ) dini eğitim veren liseye devam etti.
 
1979 yılında eğitimini tamamladıktan sonra Hakkari’nin Yüksekova ilçesine bağlı Herînkê (Yürekli) köyünde imamlığa başladı.
 
1986 Milli Eğitim bakanlığından İmam Hatip Lisesi denkliğini alarak resmi imam olarak atandı.
 
1987 yılından sonra Yüksekova Merkezde bulunan Hz. Ömer Camiinde imam olarak görev yaptı.
 
Vaazlarını Kürtçe yaptığı için defalarca yargılandı.
 
2000 yılında Mardin merkeze bağlı Sultan köyüne atandı.
 
2003 yılından sonra Adana’nın Ceyhan ilçesine bağlı İsralı köyüne imam olarak atandı.
 
2009 yılında Şırnak’a bağlı Kaymakam Çeşmesi ( Nîyar) köyüne imam olarak atandı.
 
Hala bu köyde imam olarak görev yapmaktadır.
 
İmamlık görevinin yanında dil ve dini ilimler üzerine çalışmalar yaptı.
 
Değişik dergi ve mecmualarda yazıları yayınlandı.
 
Mela Huseyîê Batê üzerine özel çalışmalar yürüttü.
 
2007 Yılında “Ronahiya Quran’a Piroz” ismi ile Kürtçe Kuran Mealini yayınladı.
 
Bu esri dışında; 
 
1 İslam Dini Biad ve Hurafesiz Bir Dindir.
 
2 Namaz Kazasının Hükmü
 
3 Faizin Dünü Bu Günü isimli eserleri yayınlanmıştır.
 

Mela Muhemmedê Hekkarî

 

Seyda Mela Muhemmedê Hekkari di sala 1955 ê da li gundê Pîrosa/Pîroza, ewê ku bi tirkî dibêjinê ‘’Bölücek’’ li danê havînê yê hatiye dinyayê. Ew, di maleka feqîr da yê jiyayî, deykubabêt wî gelek hej ehlê ‘îlmî û alima dikir, hêj ewî biçûk wî gelek diviya ku ew bixûnît, belê nexasma deyka wî hêj pitir hesdikir ku ew bixûnît; çunku deyka wî jinkeka gelek teqwa û dîndar bû (Xudê ji wa herduka razî bît).

Muhemmed Hekkari di heft-heşt saliya xwe ji rêve li gundê xwe Pîrosa/Pîroza li dev Mela Mihemedê Xaziya, Mela Mihemedê kurê Salih û Mela Mistefayê Gerdo yê dest bi xwandinê yê kirî. Mela Mihemed hêjî biçûk, di 1964 ê da ligel xalê babê xwe ‘Emerê Unis (rehma Xudayê Jorî li ser herduka bît) yê çûye başûrê welatî; li bajêrê Duhokê dest bi xwandina Qur’ana Kerîm ya kirî, çend saleka li wêrê; li Medresa mizgefta mala Miftî da, li ber destê seyda Mela Mihemmedê Beroşkî, Mela Mihemmed Reşîdê Çelkî û li ber destê Mela Mehmudê Dêrşewî û gelekêt dî jî yê xwandî.

Di dûv ra herdîsa wî li Duhokê li Me’heda İslamî : (المعهد الأسلامي) li ber destê seyda Mela Hisênê Marunisî, Şêx ‘Ubeydê Beroşkî, Mela ‘Eliyê Beroşkî, Mela Îsma’îlê Navişkî dewam li xwandina xwe ya kirî.

Paşê ‘eynen li wê mekteba resmî anku li Me’heda İslamî : (المعهد الأسلامي) xwandina xwe ya berdewam kirî. Li sala 1979 ê xwandina xwe ya xilas kirî û bawernameya xwe bi pêla serkevtineka baş ya wergirtî.

Hîngê li demê ew li Duhokê li ber feqiyatiyê li sala 1392 ê hîcrî ku dibîte hemberî 1973 ê miladî li ‘Erebistana Su’udiyê radyoyek bi navê radyoya Qur’ana Kerîm hebu,

li ser wê radyoyê bernamê Nûrun ‘Eled-derb ( نور على الدرب)

heru êvarîya dihate belavkirîn, li ser wî bernameyî

bahrapitir hîngê va ‘alim û seydayêt navdar: Şêx ‘Eddul’ezîz bin Baz, Şêx

Muhemmed Salih ‘Useymîn, Şêx ‘Ebdullah bin Xêdan, Şêx ‘Eddul’ezîz bin‘Ebdullah Al e-Şêx û Şêx Salih el- Fuzan û ji bilî va Seyda jî gelek ‘alim û zanayêt dî jî yêt navdar ciwaba pisyarêt xelk û ‘alemê yêt dûr û nêzîk dida, Xudayê Jorî ji yêt mirîn razî bît û yêt sax jî sitare û muhafize biket ji hemî qeda û bela amîn.

Hîngê wî radyoyeka biçûk hebu heru êvariya wî guhê xwe dida wî bernamê bi navê Nûrun ‘Eled-derb (نور عل ى الدرب)

Ewê ku ji ‘Erebistana Su’udî dihate belav kirîn û weşandin. Pîştî hîngê jî

li demê ew çûye hecê wî her guhê xwe dida bandêt dengê va seydayêt navdar: (Şêx Muhemmed Salih ‘Useymîn, Şêx ‘Ebdullah bin Xêdan, Şêx ‘Eddul’ezîz bin ‘Ebdullah Al e-Şêx û Şêx Salih el- Fuzan û Elbanî). Ew bi rêka vî bernameyê hêja hêj ji biçukatî bi ser ‘Eqîda; bîr û baweriya Selefêt Salih hildibît, Xudayê Jorî ji kerema xwe ev bername û seydayêt he bo wî kirîne sebeb û delîl bo vê hîndê).

Hîngê seydayê navdar: Mela Îsma’îlê kumsor ewê di eslê xwe da ji Dêrika Çiyayê Mazî ser bi Parêzgeha Mêrdînê ve, ew ji rexê Suriyê ve her dihate Duhokî, ji rexê  ‘Eqîde; bîr û bawerêt Selefêt Salih ve wî gelek mefa û wec ya ji wî û ji seydayê navdar mela Hemdî Ebdulmecîd Es-selefî; ewê ku di eslê xwe da ji gundê Angesura Wan ê û ji seyda Mela Hêsênê Tirwanişiyê Berwarî jî ya wergirtî û dîtî Xudayê Jorî ji wa hemiya razî bît.

Piştî ew zivirî û hatiye gundê xwe Pîrosa/Pîroza li Bakurê welatî,

di navbeyna sala 1980-1982 ê da wî ‘eskeriya tirka ya kirî, piştî ji ‘eskeriyê hatî ew li gundê Herînkê (Yürekli yê) ewê ku yî girêdayî bi qeza Geverê (Yüksekova) ve çar (4) sala yê biye îmam û pêşnivêjê gundiya. Li sala 1986 ê wezareta perwerdeyê li ‘Enqerê ew bawernama wî ya ‘’Me’heda İslamî’’ kire hevtayî li gel bawernama îmamxetîba, li sala 1986 ê wî dest bi melatiyê yê kirî anku bi resmî ew yê biye îmam û xetîbê Mizgefta gundê Herînkê, piştî çend sal wî bi mal ve li wêrê borandin, paşê ji wêrê wî mala xwe bire qeza Geverê, li Mizgefta Hezretê îmamê ‘Umer, wî li wêderê dewam li erk û wezîfê xwe yê kirî.

Li sala 1987ê demê ku ew jirê ve çûye hacê, hîngê wî li ser babetê tewhîdê û eqîdê suhbet û dan û standin li gel geleka ji alimêt Su’udî ewêt ku hîngê li Mekkeh û Medînê ya kirî. Herdîsa li demê li sala 2013ê diyanetê; anku serokê kar û barêt dînî Mehmet Görmez yê hîngê, ew jî li gel çend seyda û alima pêk ve yêt birîne hecê, bi rêberiya seydayê navdar mela Abdurrezzak ATEŞ şêwirmendê serokatiya kar û barêt diyanetê li Enqerê.

Li vê carê jî hêj pitir delîve bi dest wî dikevît û wî pitir şiya suhbet û dan û sitandinê bidûr û dirêjî li gel geleka ji alimêt wa anku yêt Mekkehê û Medînê biket, nexasima li ser mijare û babetêt tewhîd û eqîdê. 

(Wa salêt ew li Geverê çunkî wî her we’z û xutbêt xwe bi ezmanê kurdî dixwandin û wî  bê tirs Tewhîd û heqîqetêt dînê Îslamê digotin û bistehî ditavête taxut û zordara û ew bi dijwarî li ser kirna bîd’a û bid’etkera nexasima li ser quborîya, şêx û mezhebperêsa radiwesta heta sera wê hindê gelek cara rexnêt giran û şikayet li wî yêt dihatıne kirin heta jiber hindê çend cara hîngê çavdêra ew yê kêşaye pisyarpêkirnê û heta gelek cara ew ji layê rêveberêt hingê ve yê hatiye girtin û mehkemekirin jî).

Li sala 2000 ê li gundê Sultanköyê ewê ku ser bi parêzgeha Mêrdînê ve û paşê li sala 2003 ê jî li gundê îsalî yê ewê dikevîte navçeya qeza Ceyhana Edana îmametiya va gundêt navbirî ya kirî û 2009 ê û hirve li gundê Kaymakam Çeşmesi (Niyar) li rex bajêrê Şernexê û ewe ji sala  2015ê hirve jî li qeza Silopiya ewa ku ser bi Parêzgeh û wilayeta Şernexê ve li mizgefta Mekke camisî erk û wezîfe xwe yê kirî anku îmametî û pêşnivêjiya resmî û li sala 

2019 li wêrê yê teqaid bî.

Mela Muhemmedê Hekari babê heşt (8) ‘eyala ye çar kur û çar kiça.

Ev hersê berhemêt wî yêt hatîne çapkirin:

1- Ronahiya Qur’ana Pîroz li sala 2007-ê li heyva îlonê li Stenbolê li çapxana Nûbiharê (Ekram Matbaası) ya hatiye çapkirin. Çapa duwê jî ya Meala (Ronahiya Qur’ana Pîroz) li sala 2011ê herdîsa li Stenbolê li çapxana (Ravza yayincılık ve Matbaacılık) ya hatiye çapkirin.

2- Kitêba Kelha- Busulmanî (المسلم حصن). Ji ezmanê Erebî ya wergêraye ser ezmanê Kurdî.

3-  Li ser Mela Hisênê Bateyî di nav rûpelêt kovara Nûbiharê da çend nivîsînêt wî yêt belavbîn û hatîne weşandin.

4- Faîz û Rîba duhî û evroke (Faizin Dünü ve Bugünü) pirtûkeka biçûke bi ezmanê tirkî ye ya hatiye çapkirin.

Berhemêt wî yêt hazir bo çapê jî ev e ne:

1- ‘‘Dînê Îslamê dînekî bê bîd’e ye:(الإسلام  دين بلا بدع) ev pirtûka wî bi ezmanê ‘erebiye hêj çap nebiye.

2- Kitêba (PİRS Û BERSİV) Ji ezmanê Tirkî ya wergêraye ser ezmanê Kurdî.

3- Hukmê qezakirna nivêjê: (Namaz Kazasının Hükmü) ev e pirtûkeka biçûke bi ezmanê tirkî ye hêj nehatiye çapkirin.

4- Tarîxa gundê Pîrosa ( گوندێ پیرۆسا), bi Kurdî ye.

5-Hevpeyvîn ( Röportajek) di derbarî Ronahiya Qur’ana Piroz da,bi Tirkî ye.

Ev berhemêt wî hemî ji keda wî û hevjîna wî ne (Xudê ji wa ra zî bît amîn).

 

 

 

أذكار ما بعد الصلاة كما جاء عن النبي صلى الله عليه وسلم

Ev e tesbîhatêt piştî kirina nivêjê ne herwekî ji Pêxemberî hatîne rîwayet kirin - Selat û selam li ser bin-

 

Gava hewe ji nivêja nîvro, êvarê û ‘eyşa silav veda hûn Sê cara bêjin:

 ” paşê didûv ra bêijin:أَسْتَغْفِرُ الله ([1]) 

اللّهُمَّ أَنْتَ السَّلامُ، وَمِنْكَ السَّلامُ، تَبارَكْتَ يا ذا الجَلالِ وَالإِكْرامِ “. ([2])

” لا إلهَ إِلاَّ اللَّهُ وَحْدَهُ لاَ شَرِيكَ لَهُ، لَهُ المُلْكُ وَلَهُ الحَمْد،ُ وَهُوَ على كُلّ شَيْءٍ قَدِيرٌ‏،لا حَوْلَ وَلا قوَّةَ إِلاّ بِاللهِ، لا إلهَ إِلاَّ اللَّهُ، وَلا نَعْبُدُ إِلاّ إيّاهُ, لَهُ النِّعْمَةُ وَلَهُ الفَضْل وَلَهُ الثَّناءُ الحَسَنُ، لا إلهَ إلاّ اللّهُ مخْلِصينَ لَهُ الدِّينَ وَلَوْ كَرِهَ الكافِرونَ ([3]) ،

اللّهُمَّ لا مانِعَ لِمَا أَعْطَيْتَ، وَلا مُعْطِيَ لِما مَنَعْتَ، وَلا يَنْفَعُ ذا الجَدِّ مِنْكَ الجَدُّ“ . ([4])

سُبْحانَ الله33: “الحَمْدُ لله33: “اللهُ أكْبَر  . 33: “

لا إلهَ إلاّ اللّهُ وَحْدَهُ لا شريكَ لهُ، لهُ المُلْكُ ولهُ الحَمْد وهُوَ على كُلّ شَيءٍ قَديرٌ .“ ([5])

 

{اللَّهُ لاَ إِلَـهَ إِلاَّ هُوَ الْحَيُّ الْقَيُّومُ لاَ تَأْخُذُهُ سِنَةٌ وَلاَ نَوْمٌ لَّهُ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الأَرْضِ مَن ذَا الَّذِي يَشْفَعُ عِنْدَهُ إِلاَّ بِإِذْنِهِ يَعْلَمُ مَا بَيْنَ أَيْدِيهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ وَلاَ يُحِيطُونَ بِشَيْءٍ مِّنْ عِلْمِهِ إِلاَّ بِمَا شَاء وَسِعَ كُرْسِيُّهُ السَّمَاوَاتِ وَالأَرْضَ وَلاَ يَؤُودُهُ حِفْظُهُمَا وَهُوَ الْعَلِيُّ الْعَظِيمُ}. ([6]).

*

{قُلْ هُوَ اللَّهُ أَحَدٌ، اللَّهُ الصَّمَدُ، لَمْ يَلِدْ وَلَمْ يُولَدْ، وَلَمْ يَكُن لَّهُ كُفُوًا أَحَدٌ}.

*

{قُلْ أَعُوذُ بِرَبِّ الْفَلَقِ، مِن شَرِّ مَا خَلَقَ، وَمِن شَرِّ غَاسِقٍ إِذَا وَقَبَ، وَمِن شَرِّ النَّفَّاثَاتِ فِي الْعُقَدِ، وَمِن شَرِّ حَاسِدٍ إِذَا حَسَدَ}.

*

{قُلْ أَعُوذُ بِرَبِّ النَّاسِ، مَلِكِ النَّاسِ، إِلَهِ النَّاسِ، مِن شَرِّ الْوَسْوَاسِ الْخَنَّاسِ، الَّذِي يُوَسْوِسُ فِي صُدُورِ النَّاسِ، مِنَ الْجِنَّةِ وَ النَّاسِ}.([7])

Ey gelî xûşik û birayêt busulman!

Gava hewe ji nivêja nîvro, êvarê û ‘eyşa silav veda hûn sê {3} cara bêjin: Estexfîrullah.

Paşê didûv ra bêijinEllahumme entes selâmu we minkes selâm, tebarekte ya zel celalî wel îkram. La îlahe îllallah wahdehu la şerîke leh lehul mulku we lehul hamd wehûwe ‘ela kullî şeyîn kadîr. Lahawle we laquwwete îlla bîllah. La îlahe îllallah, wela ne‘budu îlla îyyah, lehun ni ‘metu welehul fedlu welehus senaul hasen. La îlahe îllallah muxlisîne lehuddîne welew kerîhel kafirûn. Ellahumme lamanî‘e lima e‘teyte wela mu‘tiye lima mene‘te wela yenfe‘u zel ceddî mînkel ced. 33 Cara: “Subhanellah.” 33 Cara: “Elhemdulîllah.” 33 Cara: “Ellahu Ekber.” La îlahe îllallah wahdehu la şerîke leh lehul mulku welehul hamdu wehuwe ‘ela kullî şeyîn kadîr.

“Ayetu’l–Kursiyê- Qul hûwellahu ehed- Qul e‘uzû bî rabbîl felaq- Qul e‘uzû bî rabbînnas.” Herekê carekê: bixûnin.

2

Gava hewe ji nivêja sipêdê û mexrebê jî silav veda hûn {3} cara bêjin:

“Estexfîrullah”

 paşê didûv ra bêjin:

Ellahumme entes selâmu we minkes selâm, tebarekte ya zel celalî wel îkram. La îlahe îllallah wehdehu la şerîke leh lehul mulku we lehul hamd wehûwe ‘ela kullî şeyîn kadîr. Lahawle we laquwwete îlla bîllah. La îlahe îllallah, wela ne‘budu îlla îyyah, lehun ni ‘metu welehul fedlu welehus senaul hasen. La îlahe îllallah muxlisîne lehuddîne welew kerîhel kafirûn. La îlahe îllallah wehdehu la şerîke leh lehul mulku welehul hamdu wehuwe ‘ela kullî şeyîn kadîr, Ellahumme lamanî‘e lima e‘teyte wela mu‘tiye lima mene‘te wela yenfe‘u zel ceddî mînkel ced.

Deh {10} cara bêjin: “La îlahe îllallah wehdehu la şerîke leh lehul mulku welehul hamdu yuhyî we yümit, wehuwe ‘ela kullî şeyîn kadîr.” ([7])

33 Cara: “Subhanellah.” 33 Cara: “Elhemdulîllah.” 33 Cara: “Ellahu Ekber.”

La îlahe îllallah wehdehu la şerîke leh lehul mulku welehul hamdu wehuwe ‘ela kullî şeyîn kadîr.

“Ayetu’l–Kursiyê carekê bixûnin:

“Ellahu la îlahe îlla hûwel heyyul qeyyûm. La te’xuzuhu sînetun wela newm. Lehu ma fîssemawatî we ma fîl ‘erd, men zellezî yeşfe‘u ‘indehu îlla bî îznîhî. Ye‘lemu ma beyne eydîhîm we ma xalfehum, we la yuhîtûne bî şeyîmmîn ‘îlmihî îlla bî ma şae’. Wesî‘e kursiyyuhus semawatî wel ‘erd, we la yeuduhu hîfzuhuma. We hûwel ‘eliyyul ‘ezîm.” (Sûreta Beqere, 2/255).

Qul hüwellahu ehed- Qul euzü bî rabbîl felaq- Qul euzü bî rabbînnas.” Herekê sê (3) cara  bixûnin.

Qul hûwallahu ehed {1} Ellahussamed {2} Lem yelîd we lem yûled {3} We lem yekullehu kufuwen ehed {4}

Qul e‘ûzu bî rabbîl felaq {1} Mîn şerrî ma xaleq {2} We mîn şerrî xasiqîn îza weqab {3} We mîn şerrînneffasatî fîl ‘uqad {4}

We mîn şerrî hasidîn îza hesed {5}

Qul e‘ûzu bî rabbînnas {1} Melikînnas {2} Îlahînnas {3} Mîn şerrîl weswasîl xannas {4} Ellezî yuweswîsu fî sudûrînnas {5} Mînel cînnetî wennas {6} .

(Ellahumme innî es’eluke ‘îlmen nafî‘en we riqen tayyîben we ‘emelen muteqebbelen) ([8]) .

 

 (Xudê Te‘ala ji wî kesî razîbît ewê bo xêra xwe fotoqupiya va Tesbîhata bikêşît û belav diket)

M.Muhammedê HEKARÎ

  ([1]) مسلم. ([2]) مسلم 414  .([3]) البخاري و مسلم .([4]) ” البخاري . )[5]) مسلم. ([6]) رواه النسائي وصححه الألباني في الصحيحة.

  ([7]) رواه النسائي وصححه الألباني في صحيح أبي داود . [8])   رواه أبو داود وصححه الألباني في صحيح أبي داود.

  

ŞERHA ESMA-UL HUSNA


شَرَحُ أَسْمَاءُ اللَّهِ الْحُسْنَى
معنى ناڤێت خودێ تعالى ێت لاو و جوان
Me‘na Navêt Xudê Te‘ala yêt law û cuwan
 
Her wekî em hemî baş di zanîn, ruknê êkê û yê ‘ewilî ji binîşe û stûnêt îman û baweriyê; îman û baweriya bi Xudê Te‘ala ye. Îman û baweriya bi Xudê Te‘ala vê hindê ji me dixwazît; ku em Xudayê xwe baş û bi durustî binyasîn; da ku her îman û baweriya me ya qaîm û mukum bît, nê heke em fehim bikeyn û têbigehîn, hema her Xudê Te‘ala bi xwe -celle celaluhu-, bi navêt xwe yêt law û cuwan û bi sîfet û wesfêt xwe yêt mezin û bê hempa, xwe bi me didete niyasîn û her wesa Pêxemberê Wî jî-selat û selam li ser bin.
Vêca nê heke em baş va navêt Wî yêt law û cuwan bizanîn û fehim bikeyn, hîngê ‘ezamet û qudreta Wî dê baştir xwe li dilê me didet û ête pêş çavêt me; çûnku li ser her tiştekî di dinya yê da heyn, heke em hûrik û bi me‘rîfet berê xwe bideynê, em dê muhra ‘ezamet û qudreta Wî li ser bînîn.
Ev e jiber vê hindê me bi kurtî me‘na va navêt Xudê Te‘ala; ewêt ku di Qur’ana pîroz û hedîsêt Pêxemberî-selat û selam li ser bin-yêt durust da hatîn, yêt aşkira û rohn kirîn.
 
الله
celle celaluhu  
 
1.ELLAH, navê Xudê Te‘ala; yê ewwil û pêşiyê ye, ev nave xweser yê zatê Ellah Te‘ala bitinê ye; qet kesekî dî bi vî navî nehatiye navkirin û neduruste pê bête nav kirin jî, ev nave ji hemî navêt Wî mestir û mezintire, ev nav e delaletê dikete ser zatê Xudê Te‘ala bi xwe, hemî nav, sîfet û wesfêt dî yêt Xudê Te‘ala tabi‘ê vî navê Wî yê mezinin.
ELLAH, ev navê şirîn; navê wî zatî ye yê ku bi heqî her Ew bitinê xudan Uluhiyyete; anku her Ew bitinê layîqî û hejî wê hindê ye ku hema her bi xuşû‘ û tederu‘, xalis û muxlîsane hemî new‘êt ‘îbadet û ta‘etî her bo Wî bitinê bêne kirin, û emr û nehyêt Wî bitinê bêne bi cih înan din; ‘emel pê bête kirin.
 
الْأَحَد
2.el-Ehed: Ew e yê ku êke û êkî bi tinê ye û teke; serbixwe ye.
 
الْأَعْلَى
3.el-E‘la: Ew e yê ku ji hemî tişta bilindtir; berz û bala.
 
الْأَكْرَم
4.el-Ekrem: Ew e yê ku xudanê dan û keremêt bê hed û hisab; merdê ji hemî merda merdtire.
 
الْإِلَه
5.el-Îlah: Ew e yê ku layîq û hejî wê hindê ku hema her hemî new‘êt ‘îbadetî û ta‘etî bo wî bitinê bêne kirin.
 
الْأَوَّل
6.el-Ewwel: Ew e yê ku ‘ewilî û jirêve; qet çû tişt li berahîk û pêşiya Wî ney.
 
الْآخِر
7.el-Axîr: Ew e yê dûmahiyê; yê ku qet çû tişt piştî wî ney; dûmahiya kar û barêt hemî mexluqa her dizivirîte bal Wî ve.
 
الظَّاهِر
8.ez-Zahîr: Ew e yê ku bi mexluq û çêkiriyêt xwe diyar û aşkira; yê ku çû tişt di ser wî ra ney.
 
الْبَاطِن
9.el-Batin: Ew e yê ku yî nepenî; ne yî pêşçav û ji wî wêdatir qet çû tişt ney.
 
الْبَارِئ
10.el-Barî: Ew e yê ku hemî tişt ji çûnehiyê dayîn û peydakirîn.
 
الْبَرّ
11.el-Berr: Ew e yê ku her û berdewam bi merdî çakî û qenciya li hemî ‘ebd û mexluqêt xwe diket.
 
الْبَصِير
12.el-Besîr: Ew e yê ku her hemî tişta bi timamî dibînît, qet çû tişt li ber Wî di berze nînin û nabin
 
التَّوَّاب
13.et-Tewwab: Ew e yê ku her bi viyaneka gelek mezin toba ‘ebdêt xwe yêt gunehkar qebûl diket.
 
الْجَبَّار
14.el-Cebbar: Ew e yê ku hemî tişt êxistîne di bin emrê xwe da û dilêt şikestî dicebirînît û saxdiket.
 
الْحَافِظ
15.el-Hafîz: Ew e yê ku ew hezbiket, ji hemî bela, xirabiya, ataf û tehlîka diparêzît, ew hemî kar û ‘emelêt ‘ebda bo roja qiyametê muhafize diket.
 
الْحَسِيب
16.el-Hesîb: Ew e yê ku ‘ebdêt xwe herekê li gorî wa kar û ‘emelêt wa kirîn xelat û celat diket.
 
الْحَفِيظ
17.el-Hefîz: Ew e yê ku mexluqêt xwe û hemî kar û ‘emelêt wa muhafize diket û dost û weliyêt xwe ji kirna guneh û xirabiya diparêzît û sitare diket.
 
الْحَفِيّ
18.el-Hefiyy: Ew e yê ku xudanê zanîna kûr û hûrik û semyanê keyf xweş û bi misêbahî.
 
الْحَقّ
19.el-Heqq: Ew e yê ku heyîna wî ya heqe û her ew bi gotinêt xwe heqiyê bicihtînît û harîkariya welî û dostêt xwe diket.
 
الْمُبِين
20.el-Mubîn: Ew e yê ku her heqiyê û heqîqeta bo ‘ebdêt xwe rohn û aşkira diket; şik û gumanê ji nav dilêt wa radiket.
 
الْحَكِيم
21.el-Hekîm: Ew e yê ku yî xudan hikmet di tedbîr û rêvebirna hemî kar û barêt mexluqêt xwe da û yî kar binecih.
 
الْحَلِيم
22.el-Helîm: Ew e yê ku yî nerm û helîm; zû li ‘ebdêt xwe nagirît û muhletê didete gunehkara; da ku li xwe bizivirin û tobe biken.
 
الْحَمِيد
23.el-Hemîd: Ew e yê ku bi zatê xwe, bi nav û sîfetêt xwe û bi hemî kar û barêt xwe her musteheq û layîqî medh û sena.
 
الْحَيّ
24.el-Heyy: Ew e yê ku yî bê berahîk û bê dûmahîk; ezelî û ebedî her yî sax û nemir.
 
الْقَيُّوم
25.el-Qeyyum: Ew e yê ku bitedbîra kar û barêt hemî mexluqa radibît û pêktinît; xweragirtina hemî tişta her bi Wî ye.
 
الْخَبِير
26.el-Xebîr: Ew e yê ku hemî tişta bi timamî û jibinî dizanît; berî peydabîna wa û li gel egerêt peydabîna wa jî.
 
الْخَالِق
27.el-Xaliq: Ew e yê ku wî hemî tişt ji çû nehiyê xulqiyet kirîn û dayîn; înayne wucudê.
 
الْخَلاَّق
28.el-Xellaq: Ew e yê ku ka wî çewa divêt û hez diket, ew wesa gelek tişta li gelêk û pêkv e; her di wê gavê da didet û tînîte meydanê.
 
الرَّءُوف
29.er-Reuf: Ew e yê ku gelek bi dilpêvehî û her bi rehm û misêbahî li gel hemî ‘ebd û mexluqêt xwe.
 
الرَّحْمَن
30.er-Rehman: Ew e yê ku xudanê rehma ‘am û giştî; bê ferq û cudahî, ew di dinyayê da rehmê bi hemî mexluqêt xwe dibet.
 
الرَّحِيم
31.er-Rehîm: Ew e yê ku gelek bi rehim; rehma wî ya bê hed û bê hîsab bo ‘ebdêt wî yêt îmandar li roja qiyametê.
 
الرَّزَّاق
32.er-Rezzaq: Ew e yê ku rizqî hemî ‘ebd û mexluqêt xwe didet û teqdîr diket û rêka biser hilbîna rizqî bo wa bi sanahî têxît.
 
الرَّقِيب
33.er-Reqîb: Ew e yê ku yî çavdêr li ser hemî tişta; qet çû tişt li ber venêrîna Wî diberze nînin û nabin.
 
السَّلام
34.es-Selam: Ew e yê ku yî pak û bi silamet ji hemî kêm û kasiya û her ewe yê ku silametî û êmnahîyê didet.
 
السَّمِيع
35.es-Semi‘: Ew e yê ku guh li hemî deng û pêjiniya dibît; çî di ‘erd û ‘esmana da diqewimît Wî haj hemiya heye û dibihîsît.
 
الشّاكِر
36.eş-Şakîr: Ew e yê ku gelek şukra ‘ebdêt xwe yêt qencîker diket; yê ku xelatêt mezin didete wa hemberî kar û ‘emelêt wa yêt  kêm.
 
الشَّكُور
37.eş-Şekur: Ew e yê ku gelek şukra ‘ebdêt xwe diket; ‘emelê wa yê kêm û pîçek bi gelekê ji wa werdigirît û qebûl diket.
 
الشَّهِيد
38.eş-Şehîd: Ew e yê ku bi zanîn û ditina xwe agehdar bi wa tişta hemiya; ewêt ku di ‘erd û ‘esmana da di qewimin û rûy diden.
 
الصَّمَد
39.es-Semed: Ew e yê ku her kes û hemî tişt her muhtacî wî bitinê û qet Ew bixwe ne muhtacî kesekê û çû tişta ye.
 
الْعَالِم
40.el-‘Alîm: Ew e yê ku hemî tiştêt nepenî û pêşçav bi timamî dizanît, qet‘iyen di ‘erd û ‘esmana da xwe hindî misqale zereyekê li ber wî berze nîne û nabît; hindî tiştêt heyn û ewêt ku dê ji nûka jî peyda bin Ew wa hemiya bi durustî û timamî dizanît.
 
الْعَزِيز
41.el-‘Ezîz: Ewe yê ku xudan quwwet; her xalib û serketî; qet kesek neşête Wî û çû tişt li ber wî di asê nînin û nabin.
 
الْعَظِيم
42.el-‘Ezim: Ew e yê ku ew bixwe; bi sîfet û wesfêt xwe herî mezin; qet çû berahîk û dûmahîk ji bo mezinahiya Wî ney.
 
الْعَفُوُّ
43.el-‘Efûw: Ew e yê ku li ‘ebdêt xwe diborît û gunehêt wa ‘efu diket; ew ji cizadana wa pitir hej ‘efukirna wa diket.
 
الْعَلِيم
44.el-‘Elîm: Ew e yê ku hindî tiştêt di ‘erd û ‘esmana da heyn, wa hemiya bi timamî dizanît; qet çû tişt li ber wî diberze nînin û nabin.
الْعَلِيّ
45.el-‘Elî: Ew e yê ku xudan qedr û siyanet; bala û bilind diser hemî mexluqa ra; ewê ku di dinya yê da bi çava naête dîtin.
 
الْغَفَّار
46.el-Xeffar: Ew e yê ku gunehêt ‘ebdêt xwe ‘efudiket; çenda ku gunehêt wa dizêde û gelek jî bin.
 
الْغَفُور
47.el-Xefûr: Ew e yê ku her ew bitinê ‘ebdêt xwe ji serdaçûn û gunehêt mezin ‘efudiket, di dinya û axretê da ‘êbêt wa vedşêrît û sitare diket.
 
الْغَنِيّ
48.el-Xenî: Ew e yê ku yî bêminet; xudanê hemî tişta, qet wî  muhtacî bi kesekê û çû tişta nîne û nabît.
 
الْفَتَّاح
49.el-Fettah: Ew e yê ku ji kerema xwe dergehêt xizîne û rehma xwe ji bo ‘ebdêt xwe vekirîn û vediket, her Ew bitinê xudanê kilîlkêt ‘erd û ‘esmana û zanîna xeybê ye.
 
الْقَادِر
50.el-Qadîr: Ew e yê ku xudan qudret; hêl û şiyan li ser kirna heçî tiştê Wî bivêt û hezbiket.
 
الْقَاهِر
51.el-Qahîr: Ew e yê ku bi ‘ezamet û mezinahiya xwe her xalib û serketî di ser hemî mexluqêt xwe ra.
 
الْقُدُّوس
52.el-Quddûs: Ew e yê ku yî munnezeh; pak û berî ji hemî ‘êba, kêmasî û qusûriya.

 الْقَدِير
53.el-Qedîr: Ew e yê ku bi hêl û şiyana xwe ya tekûz hemî mexluq xulqiyet kirîn û bi hikmet û qudreta xwe kar û barêt wa hemiya teqdîr diket.
 
القَرِيب 
54.el-Qerîb: Ew e yê ku bi zanîn û dîtina xwe nêzîkî hemî mexluqêt xwe û bo qebûlkirna du‘a; nêzîkî wa kesa ewêt ku bo xwe du‘a jê diken.
 
الْقَوِيّ
55.el-Qewî: Ew e yê ku xudanê hêz û quwweta ji hemî hêz û quwweta mezintir; yê ku herî xalib û serketî; yê ku çû hêz û quwwet neşên çûcara xwe li ber hêz û quwweta wî ragirin.
 
الْقَهَّار
56.el-Qehhar: Ew e yê ku bi hêl û şiyana xwe dişête wa zalim û zordara; ewêt ku li hemberî Wî radibin wa dişkênît û dikete ‘îbret û qet çû mexluq û kesek ji wê mirna Wî bo wa teqdîr kirî xilas nabît.
 
الْكَبِير
57.el-Kebîr: Ew e yê ku xudan kibriya û mezinahî; di zat, nav û sîfetêt xwe da, mezinê ji hemî mezina mezintir her ewe.
 
الْكَرِيم
58.el-Kerîm: Ew e yê ku yî merd; ji kerema xwe bê xwastin û bedelk didet û dana Wî her ya berdewame jî.
 
اللَّطِيف
59.el-Letîf: Ew e yê ku hemî tiştêt nepenî û hûr û mûr hemiya bitimamî dizanît û yî nerm û helîme li gel ‘ebdêt xwe.
 
الْمُؤْمِن
60.el-Mû’mîn: Ew e yê ku êmnahî êxistî ye di dilêt ‘ebdêt xwe da ku qet ew çû zulmê li wa naket û Ew bawerdiket ku ‘ebdêt wî yêt îmandar di îmana xwe da dirast û durustin.
 
الْمُتَعَال
61.el-Mûte‘al: Ew e yê ku bi sîfet û wesfêt xwe her yî bilind di ser hemî mexluqa ra; qet Ew wekî kesek û çû tişta nîne.
 
الْمُتَكَبِّر
62.el-Mûtekebbîr: Ew e yê ku di ser her hemî tişta ra xudan tekebur; bala û mezinahî; qet naşupîte kesekê û çû tişta.
 
الْمَتِين
63.el-Metîn: Ew e yê ku xudanê hêz û quwweta tûnd û dijwar; ewê ku bê westan herî xalib û serketî.
 
الْمُجِيب
64.el-Mûcîb: Ew e yê ku her du‘ayêt wa kesa qebûldiket; ewêt ku bo xwe du‘a jê diken û zû di hawara wa diçît.
 
الْمَجِيد
65.el-Mecîd: Ew e yê ku xudan mezinahî; bi qedir û siyanet, her Ew hejî medh û sena ye û her Ew yî serketî ye.
 
الْمُحِيط
66.el-Mûhît: Ew e yê ku bi qudret û zanîna xwe hemî tişt êxstîne di bin hukmê xwe da; qet kesek û çû tişt ji ber Wî xilas nabin.
 
الْمُصَوِّر
67.el-Musewwîr: Ew e yê ku bi wî reng û rûbarê yê ku Wî hezkirî mexluqêt xwe dayîn û didet; her êk bi wî şiklî û rengî yê ku ew pê jêk têne cuda kirîn.
 
الْمُقْتَدِر
68.el-Muq’tedîr: Ew e yê ku xudan şiyan û qudret; her tiştê Ew bixwazît û hezbiket bê wasîte Ew peyda diket û tînîte meydanê.
 
الْمُقِيت
69.el-Muqît: Ew e yê ku qût û rizqê hemî mexluq û giyanewera hazir û amade diket; qet çû ji wa ji bîr nekirîne û ji bîr jî naket.
 
الْمَلِك
70.el-Melik; Her Ew bitinê xudanê hemî mexluqata ye; Wî çewa bivêt Ew bi şiyan û qudreta xwe wesa teserufê di wa hemiya da diket, desthilatdarî li ser hemî mexluqa her ya Wî bitinê ye, bêy ku êk bibîte mani‘ û nehêlît.
 
الْمَليِك
71.el-Melîk; Ew e yê ku bi timamî; ezelî û ebedî xudanê hemî mexluqata, Wî hema her çewa bivêt, Ew wesa teserufê di wa hemiya da diket, hukumdarî û mezinahî her ya Wî bitinê ye di dinya û axretê da.
 
الْمَوْلَى
72.el-Mewla: Ew e yê ku biviyan berevaniyê ji ‘ebdêt xwe yêt îmandar diket; her wa diparêzît û harîkariya wa diket.
 
الْمُهَيْمِن
73.el-Muheymîn: Ew e yê ku bitimamî hemî kar û barêt ‘ebdêt xwe yêt nepenî û aşkira teqdîr diket; hemî tişt her diberzeftî Wî bitinê ne.
 
النَّصِير
74.en-Nesîr: Ew e yê ku her dem harîkarî û piştevanîya îmandara diket; li hemberî dujmin û neyarêt wa.
 
الْوَاحِد
75.el-Wahîd: Ew êkî bitinê ye; teke û yî bê şirîk û bê hevale.
 
الْوَارِث
76.el-Warîs: Ew e yê mîratgir; ku piştî mirin û nemana hemî mexluqa her û her; ebedî dimînît, her ew bitinê ye waris û miratgirê ‘erd û ‘esmana û hindî tiştêt di nav wa da heyn.
 
الْوَاسِع
77.el-Wasî‘: Ew e yê ku sîfet û wesfêt Wî û ew kar û barêt bi wa ve digirêdayî we diberfirehin ku qet kesek neşêt bi timamî medh û senayêt wî biket; li hemberî ‘ezamet, mezinahî, rehim, dan û keremêt Wî.
 
الْوَدُود
78.el-Wedûd: Ew e yê ku bi hejêkirin û viyaneka gelek mezin hej ‘ebdêt xwe yêt teqwadar û salih diket û ew jî her gelek û herdem hej Wî diken.
 
الْوَكِيل
79.el-Wekîl: Ew e yê ku bi tedbîr hemî kar û barêt ‘ebdêt xwe birêve dibet; rêk û egerêt jîn û jiyarê bo wa peyda diket û bi sanahî têxît.
 
الْوَلِي
80.el-Welî: Ew e yê ku nêzîkî ‘ebdêt xwe yêt îmandar û her dihawara wa diçît, bi viyan harikarî û piştevaniya wa diket; kar û barêt wa birêve dibet.
 
الْوَهَّاب
81.el-Wehhab: Ew e yê ku bi dan û keremêt xwe hergav gelek çakî û qenciyêt bê hejmar her li ‘êbdêt xwe hemiya diket.
 
الْجَمِيل
82.el-Cemîl: Ew e yê ku bê hed û hisab yî cuwan û law di zatê xwe da û bi navêt xwe, xudanê sîfet û wesfêt kemilî, yî kar binecih; bê kêmasî û qusûrî.
 
الْجَوَاد
83.el-Cewad: Ew e yê ku gelekî merd; dan û keremêt xwe bê xwestin hema her bi ser ‘ebdêt xwe da dibarînît.
 
الْحَكَم
84.el-Hekem: Ew e yê ku bi ‘edalet û heqî hukmî di navbeyna ‘ebdêt xwe da diket û qet kesek neşêt hukmê wî red biket.
 
الْحَيِيِّ
85.el-Heyî: Ew e yê ku gelek hej sitare kirnê û şerim û heyayê diket.
 
الرَّبّ
86.er-Rebb: Ew e yê ku xweyî û xudanê hemî xudan ruh û giyanewera; wa hemiya binî‘metêt xwe xudan diket, kar û barêt wa birêve dibet, saxkirin û mirna wa hemiya her ya didestê Wî bi tinê da.
 
الرَّفِيق
87.er-Refîq: Ew e yê ku gelek bi şefqet û dil pêvehî; nerm û helîm, bi rehim û merhemet li gel hemî ‘ebd û mexluqêt xwe.
 
السُّبُّوح
88.es-Sûbbuh: Ew e yê ku yî pîroz û mubarek; pak û berî ji hemî kêm û kasiya; ji şirîk û her tiştê ne yî layîqî mezinahiya Wî.
 
السَّيِّد
89.es-Seyyîd: Ew e yê ku bi sîfet û wesfêt mezinahî û serweriya xwe her yî hukimdar li ser hemî ‘ebdêt xwe.
 
الشَّافِي
90.eş-Şafî: Ew e yê ku nisaxa sax diket; çêbîn û şîfa ji hemî êş, elema û sax kirna dila ji qirêja hemî tiştêt bişubhe û guneh her bi Wî ye.
 
الطَيِّب
91.et-Teyyîb: Ew e yê ku yî paqij; yî dûr û berî ji hemî ‘êb û kêmasiya, tiştêt paqij hemî her ji Wî ne û layîqî wî ne.
 
الْقَابِض
92.el-Qabîd: Ewe yê ku rizqî bi qetlazî û bertengî didete hindeka ji mexluqêt xwe, ruha distînît û nahêlît ‘esman bi ser ‘erdî da bête xwarê.
 
الْبَاسِط
93.el-Basît: Ew e yê ku bi merdîniya xwe; bê bexîlî rizqî, ‘îlm û zanînê bi zêdehî û bi berfirehî ve didete hindeka ji ‘ebdêt xwe.
 
الْمُقَدِّم
94.el-Muqeddîm: Ew e yê ku bi hikmeta xwe demê peydabîna hinde kar û bara diguhorît; pêş êkudu têxît û hinde kesa bi sertêxît û tînîte pêş, her ew yî bi keyfa xwe ye; Wî çî bivêt Ew we diket.
 
الْمُؤَخِّر
95.el-Muexxîr: Ew e yê ku bi hikmeta xwe demê hatina hinde kar û bara paş têxît û vedhêlît û hinde kesa dişkênît û bê rûy diket, her ew yî bi keyfa xwe ye; Wî çî bivêt Ew we diket.
 
الْمُحسِن
96.el-Muhsîn: Ew e yê ku yî keremdar û qencîker; merdê merda ye, û Ew gelek hej qencî, çakiyê û merdîniyê diket.
 
الْمُعْطِي
97.el-Mu‘tî: Ew e yê ku bi berfirehî dergehê nî‘metêt xwe li ber ‘ebdêt xwe vedket; hêl û şiyan daye wa ku herêk gorî pêve hatina xwe bo xwe û bi sanahî berhev biket; çî nî‘metêt hebin ew hemî bi timamî ji teref Wî ne; dan û kerema Wî ne.
 
الْمَنَّان
98.el-Mennan: Ew e yê ku bi kerem û danêt xwe; bi qencî û çakiyêt xwe gelek minnet li ‘ebdêt xwe kirîn û diket.
 
الْوِتْر
99.el-Wîtir: Ew e yê ku êkî bitinê ye, yî bê şirîk û hevale; qet kesekî wekî Wî nîne û nabît.
 
Min ev nehwêt û neh (99) navêt Xudê Te‘ala, ji kitêba
El-Qewa‘îd El-Musla Fî Sîfatîllahî we Esmaîhî el-Husna ya
Şêx Muhemmed Îbn ‘Useymîn (Xudê jê razî bît) yêt wergirtîn.
Ya fere bêjîn Seydayê nav dar:
Şêx Muhemmed Îbn ‘Useymîn (Xudê jê razî bît) piştî lêkolîn û li dûvçûneka baş yê gehiştiye wê qena‘etê ku nehwêt û neh (99) navêt Xudê Te‘ala; ewêt ku di Qur’ana Pîroz da û di hedîsêt rast yêt pêxemberî da hatîn eve ne; ewêt ku di Qur’ana Pîroz da hatîn heştê û êkin (81) û yêt hedîsêt rast hatîn jî hejdene. Şêx Îbn ‘Useymîn ji va serîkehniya mefa ya wergirtî:
1- Îhsa Esmaullahî el-Husna Multeqa ehlul-Hedîs
2- Şerh îbn Qeyim Lî Esmaullahî el-Husna
3- Esmaullahî el-Husna ya şêx Eş-Şe‘rawî
4- Şerha Esmaullahî el-Husna fî Dewî el-Kîtabî we es-Sunne
5-Tefsîr Esmaullahî el-Husna ya şêx ‘Ebdur-Rehman Es-Se‘dî
6- Esmaullahî el-Husna Me‘anîha we Celalîha ya şêx ‘Usman bin Muhemmed el-Xemîs
7- Mewsu‘et Esmaullahî el-Husna ya şêx Muhemmed Ratib en-Nablisî
Bo zanîn
Ev çende (babete) ji kitêba min ewa ku bi navê: (RONAHİYA ÎMANA RENGÎN) ya hatiye veguhaztin. 
 
Mela Muhammedê HEKARΠ(Akdoğan)

Gold Firmalar